Abdoul Aziz Diop

Serxwebûn û krîza polîtîk

“Bilindbûna Karim Wade ku kes nikare pêşî lê bigire”, “Karim Wade wê heta kê derê bilind be?”, “Heger Karim dixwaze bibe serok divê zimanê wolof zanibe…” Ev manşetên rojnameyên afrîkî ne ku piştgiriyê didin kurê serokê Senegal’ê Abdoulaye Wade. Ew îro şêwirmendê taybetî yê bavê xwe ye. Berî niha wî ji Rêxistina Konferansa Îslamî beşa Senegal’ê (Anoci) re serokatî dikir. Yanzdemîn civîna bilind a vê rêxistinê di Adara 2008’an de li paytext Dakar’ê pêk hatibû. Di 1’ê Gulana 2009’an de jî ‘Karim’ wekî wezîrê tekiliyên navneteweyî yê binesaziya welêt û yê rêyên hewayî hat hilbijartin.