Ahmet Dere

Di sedsala 21’an de wêneya siyasî ya Ewrûpa’yê

Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve, di wêneyê siyaseta Ewrûpa’yê de guherînekê girîng çêbûye. Bi taybetî ji salên 1980’ê vir ve ev guherîn weke pirrengî derketiye pêş û hê baştir xuya dike, bandora wê jî heye. Wisa diyar e ku êdî li vê parzemînê yek nêrîneke siyasî nikare bi dehan salan desthilatdariyê bike û hikûm bajo. Pêşketinên demokratîk ku li Ewrûpa’yê çêbûnin weke encamekê heman guherînan e. Lewre civakên Ewrûpî wisa bihêsanî dest ji pirrengiyê bernadin û xwe ji mentalîteya ku wan afirandiye dûrnaxin. Li gorî ku tê dîtin, her ku diçe li Ewrûpa’yê dewlemendiya siyasî pêşdikeve.