Alain Gresh

Dema Parîs di xew re diçe…

Ji mêj ve nêçîra bedewîyan dest pê kirîye, ne bi tenê li Filistîna dagirkirî, lê belê li Îsraîlê jî ku lê bi dehhezaran ji wan ji erdên xwe hatin kirin. (1) Înê, roja 20ê îlonê li Şerîa Rojava konvoyeke insanî berê xwe dide gundê bedewîyan Maxûlê yê ku ji alîyê hêzên dagirker ên îsraîlî ve hatî xerabkirin. Ev konvoy konan dibe da ku demî jî be banek hebe ji bo şêst hebek şênîyên gundî. Armanc ew e ku ev kon şûna konên ku Xaça Sor dayî û îsraîlîyan dest danî ser wan bigirin. Ev malên demî ji alîyê Yekîtîya Ewropayê û Fransayê ve tên fînansekirin.

Şorişa Misirê di bin sîya eskerîyê de

Helbet meriv dikare şaş û metel bimîne ku çavkanîyeka eskerî piştrast bike ku çardeh milyon misirî (hejmareka ku diçe heta bi sih û sê milyonan) 30ê hezîrana 2013an daketine kolanan û artêşê wêneyên ji balefirên wê hatî kişandin gihandin ber destê sazîyên çapemenîyê da ku van gotinan piştrast bike.

Ji tengavîya Sûrîyeyê ber bi şerê herêmî ve

Amadekarîyên konferansa Cenevre 2yê dewam dikin, di heman demê de serketina hêzên hikûmetê yên ku Hizbullah pişta wan digire li Qusayrê û biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya çekdarîkirna serhildêran mohra xwe li rewşa eskerî da. Tu tiştê ku îşaret bi dawîyeka nêzîk a şerî bike nîne. Berevajî: şer û alozî gereke bêhtir mezhebî dide xwe û li tevahîya herêmê belav dibe.

Merivên bêkaxez yên kuweytî li Kuweytê

Wekî welatên din yên dewlemendê petrolê yên Kendavê, Kuweyt jî bi xêra hêzeka karker ya bîyanî ya ku li ber rehma Xwedê ye, dijî. Lê belê “bîdûn” ango welatîyên wê yên ji mafan bêpar hiştî, taybetmendîyeka mîrtîya piçûk e.

Rêyek carinan rêyeka axî ya besît herdu cîhanan ji hev cihê dike. Li alîyê xirab xanîyên nizm yên kevirî yan jî ji tenekeyên pêldayî, yên ku derîyên wan bi qûmaşan hatine girtin, kabloyên elektrîkê yên hema hindikî li ser erdê kişandî, atmosfereka demîbûnê ya dawî lê nayê.

Nadir Dendoune û “çavê rastîyê”

Piştî ku sê hefteyan girtî ma rojnamevanê fransî Nadir Dendoune 14ê sibatê ji alîyê rayedarên Bexdadê ve bi dayîna kefaletê hat berdan. Ew bi vîzeyeka rojnamevanîyê û li ser navê Le Monde Diplomatiqueê li Iraqê dima. Ew sala 2003yan jî carekê çûbû Iraqê da ku bibe "mertalê merivî" li hemberî tehlûkeya qewimîna şerî.

Di navbera şoreş û dij şoreşê de Misir

Wan çima gule nereşandin? Ji bo çi Konseya Bilind a Hêzên Çekdar (KBHÇ) piştî ku demeke dirêj dudilî ma qebûl kir ku birêveberekî Birayên Misilman weke serokkomar were hilbijartin? Lewma Misira piştî 25ê çileya 2011ê ji binî ve guherî û lewma vegereke li nîzama kevin êdî ne mumkin e. Lê belê têkoşîn dewam dike û di derbasbûna demdirêj a ji dema dawî hatina li desthilatdarîya serokkomar Husnî Mubarek û vir ve destpêkirî de dengdan bi tenê qonaxek e.

Li welatên dinyaya sêyem mentiqekî din

Nîqaşa hevgirtinên navbera sinifa karkeran û "tebeqeyên navincî" li cîhana kolonîzekirî ya berî Şerê Cîhanê yê Yekem naşibe ya di sedsala XIX. ya Ewropayê. Sinifa karkeran li cîhana kolonîzekirî hema hema tuneye, sosyalîzma hê nû pêk tê û tevgerên berxwedana li dijî dagîrkerîya bîyanîyan ên ku bi piranî kadroyên dîndar, an jî ji rêûresmê wan bi rê ve dibin. Li Ewropayê pirî caran wekî "feodal" û "paşverû"yên dijberî pêşveçûnê û "medeniyet"ê tên danasîn, sosyalist jî vê yekê dikin.

Tirk, li Kurdistanê di herîyê de çikîyan

Şerê ku li Rojhelat û başûrê Anatolîyê ji panzde salan vir de berdewam e, beşek mezin yên ekonomîya Tirkîyê dadiqurtîne, hejmara leşkerên ku li herêmê tevdigerin di navbeyna 200 000 û 300 000 de ne. Nêzî nîvîyên hemû hêjmara leşkerên tirk in. Ev bûyer tirsa jihevketina Tirkîyê zêdetir dike, herçiqas di salên 80ê de, bi înîsîyatîfa Turgut Özal pirsgirêka kurdan hate munaqeşekirin jî, îro mesele cardin paşde diçe û babeta stratejîya klasîk ya kevn digire: pêşvexistina aborî û darê zextê.

Pêla şokê ya Sûrîyê

Tevî zextûrepteke hovane, xwepêşandanên sûriyeyîyan li dijî rejîmê didomin. Daxwazên wan û yên li Bahreyn, an jî Urdunê hatibûn derbirîn, wek hev in; lê belê parçebûna navxweyî ya muxalefetê û desttêwerdanên derve dikarin bibin sedemên pevçûnên olî yên ku dikarin tevahîya herêmê tehdîd bikin.