Ali Güler

"Zerê" 85 salî ye…

Fîlmê Zerê 85 salî ye… Gava derhênerê ermenî Hamo Beknazaryan yekemîn fîlmê kurdî Zerê kişand, sal 1926 bû. Sînema cîhanê jî hîna zarok bû. Zarokeke bê zar û ziman... Wê demê Tirkîye û Îranê jî sînema nû nas dikir.

Fîlmeke kurdî ku bêhna 'Yeşilçam'ê jê tê: Doz admin Mi., 14.12.2011 - 13:13

Fîlma Doz, ku tê de stranbêj Dîyar û Zozan dilîzin, yek ji wan berheman e, ku di van salên dawîyê de li Kurdistana Başûr bi budçeyeke weha mezin hatiye saz kirin. Lê belê, di warê senaryo û listîkvanîyê de gelek li jêr bendewarîyan de maye. Bawer dikim, ku sedema vê yekê ew e, ku Vîyan Mayî derhênerîya fîlmê kiriye û hunermendên wekî Dîyar û Zozan tê de rol stendine. Ji ber ku fîlma 30 deqîqeyî ya derhênerê, ya bi navê Kevoka Spî, ku di 2008ê de kişandibû, gelek deng vedabû û di çendîn festîvalên navneteweyî de hêjayî gelek xelatan hatibû dîtin û ecibandin,

Sînemaya kurdî li reng û dengê xwe digere

Sînemaya kurdî herçiqas çend sal piştî destpêka dîroka sînemaya cîhanê gavên xwe yên yekem avêtibe jî, ji ber pirsgirêkên netewî bi qasê ku tê xwestin bi pêş neket. Wek zarokeke nexweş û elemdar bi awayeke tendûrist seyreke erênî neşopand. Vê rewşê demeke dirêj hebûna xwe parast. Lê di nav 20 salên dawîn de, di sînemaya kurdî de pêşketineke berbiçav derkete holê. Helbet ne bi pêşketineke ku meriv pê şanaz be.

Di navbera jîyan û mirinê de çîroka jineka kurd

Fîlmê derhêner Reha Erdem ya bi navê JÎN, ku di raya giştî ya tirk û kurdan de dihat meraqkirin, li festîvala fîlman ya Berlînê (Berlinale) û ya Stenbolê hat nîşandan. Derhêner di fîlmê xwe de şerê 30 salî ya di navbera PKK û dewleta Tirkîyeyê de tê meşandin di şexsê gerîleyeka jin de nîşan dide û rûyê şerê qirêj derdixe holê.