Aliocha Wald Lasowski

Jacques Rancière, huner û siyaset

Ҫawa mimkin e ku demokrasîyek destûrê bide merivî ku xwe bigihîne nivîsên çandê û axaftina siyasî azadtir bibe? Divê meriv çawa bike da ku li dibistan yan jî li kar dengê xwe yê şexsî, û di qada têkoşînên civakî de dengekî kollektîf bide bihîstin? Divê kîjan rêbazan bi kar bîne? Da ku bersiva vê pirsê bide, ji sih salan û vir ve Jacques Rancière sînorên adetî yên ku ya siyasî û ya ne-siyasî ji hev dûr dixin, diguherîne.