Alison Katz

Encamên Çernobîlê yên tenduristiyê

Di pêncemîn salvegera dezinformasyona di derbarê veşartina encamên tenduristiyê û ên hawîrdorê de ku bi bûyera Çernobîlê derketine holê, birêveberên hêzên mezin tev li heman kiryarê dibin ku pîşesaziya nukleer, sivîl û herweha ya leşkerî jê feydeyê dibînin. Ev stratejî ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Atomîk (AIEA) ve tê birêveberin ku xwedê giravî ev ajans di derbarê qirêjiya radyoaktîv de weke berdevkê saziyên nukleer e. Mixabin, piştî peymana ku di 1959’an de di navbera van du rêxistinan de hatiye îmzekirin, rêxistina cîhanê ya tenduristiyê (OMS) jî hevkarê wê ye.