Aurel

Piştî du salan, çi bi şoreşa ciwanên yûnan hat? admin So., 19.12.2010 - 00:32

Em ji cîhê sûc, devera ku çirûska pêşî jê pekiya dest pê dikin: rêya Mîsolonjiyû, li navenda Eksarşiya rêyeke peyayan a çûnûhatina wê pirr a li Atînayê. Çend bar, dar, bi dehan ciwanên li vir û li wir û hin jê li erdê rûniştî, hêdî hêdî bîrayên xwe tamijkî vedixwin. Ne qadeh, ne qotî, ji şûşeyên 50 cl’yî vedixwin ku ji dikana di quncikê de kirrîne. "Lewre, erzantir e." Li ser dîwaran hemûyan afîş, nîvîs û hin afîşên din hene.

Oran, 5ê Tirmehê 1962

Berî bi pêncî salan gelê Cezayîrê gihişte serxwebûnê. Di tîrmeha 1962yê de rojên şahî û pîrozbahîyê venaguherin tu şideta li dijî fransîyên hê li Cezayîrê ne. Bi tenê Oran îstîsna bû, li Oranê bi dehan pieds-noirs [navê li Ewropîyên li bakurê Afrîkayê bicihbûyî dihat kirin e, maneya wê lingreş e; nota wergêr] ji alîyê girseyê ve hatin kuştin. Ji nîvsedsalê û vir ve behskirinên sereke yên vê komkujîyê xwe ji şahidîya cezayîrîyan re kerr dikin.