Aziz Oguz

Li Tirkîyeyê fêrbûna zimanê ermenî admin Fr., 23.11.2012 - 15:54

Nêzî sedsalekê piştî qirkirinê (1915-1916), şêst hezar ermenî li Tirkîyeyê dijîn. Li Stenbolê ev civak xwedîyê tevneke dibistanan e: 16 sazîyên ku nêzî sê hezar xwendekaran dixin nav pergala dibistanan. Erka wan zehmet e: Zindî hiştina zimanekî û çandekê di demekê de ku zanîna zimanê ermenî kêm dibe, lewra ew mexdûrê hegemonyaya tirkî ye.