Benoît Bréville

Şoreşa bêhnfireh pêk nehat

Çarsedsaliya bajarê Kebekê sala 2008’an bi mirêsdariyê û bêpîvan di nava derxistineke pêş a serfiraziya yekîtiya neteweyî ya Kanadayê de hate pîrozkirin. Bi xêra sed û pêncî milyon dolarên ku hikumetên cuda dane, fîloyeke ji çil keştiyên babirkî ji La Rochelle’ê (1) da rê da ku derbaskirina Atlantîkê temsîl bikin, konserên belaş hatin organîzekirin (Céline Dion, Paul McCartney...), filmek li ser dîroka Kebekê bi dehan hefte her êvar li ser ekraneke li derve ya 60 metroyî bilind û 600 metroyî fireh hat nîşandayin, û hwd.

Ji Robespierre heta bi Charlton Heston

14ê kanûna 2012an, li dibistaneka destpêkê ya li Newtonê (Connecticut), merivekî bi tifinga xwe ya otomatîk, bîst û şeş kesan dikuje, bîst ji wan zarok in. Ji destpêka salê ve, ev komkujîya heftan e ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rû dide.

Koçberîya ku li gorî awayê amerîkî tê ecibandin

Niha li Senatoyê reformkirina sîyaseta amerîkî ya koçberîyê tê nîqaşkirin. Hêvî ew e ku rê li ber dayîna mafê rûniştinê dê li yazdeh mîlyon kesên bêkaxez vebe. Ev tedbîra bala çapemenîyê û ya partîyên sîyasî dikşîne ser xwe, tedbîreka din dide jibîrkirin: ya bicihkirina sîstemeka nû ya dayîna vîzeyan ku wê giranîyeka taybet bide daxwaza şîrketan.

Gava bajar xwe vediqetînin

Benoît Bréville

Ji bo hêvîkirina bidestxistina şaredarîya bajarekî mezin î fransî di 2020an de, her namzedekî/e cidî divê li himberî