Caroline Fleuriot

Rehendê mirovane

Pirsa mafên mirovan ku heta hingê tabû bû, di peywendiyên Rojhilat-Rojava de, sala 1975’an, di Konferansa li ser ewlehî û hevkariya Ewropayê (KEHE) de kete rojevê. Danezana dawîn ya Helsînkiyê (Fînland) ya 1’ê tebaxa 1975’an, ev pêşhata diyarker pesend kir. Profesorê hiqûqê Emanuel Roucounas, yê zankoya Atînayê, bawer dike ku "ji cerga ku daxuyaniya dawîn ya civîna Viyanayê [sala 1989’an] "rehendê mirovane" destnîşan û binecîh kiriye, mafên mirovan li hemû şax û pêngavên KEHE’yê belav dibin ".