Chloé Maurel

Neteweyên Yekbûyî ketîye ber cazîbeya şirketên taybet

Malpera Business.un.org ya ku sala 2010an hat dame-zirandin, destûra – berîya bi deh salan sekreterê giştî Kofi Annan biryar dabû – hevkarîya di navbera Rê-xistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) û şirketên taybet de vedijîne. Tevî ku hedefa eşkerekirî fînansekirina armancên RNYyê ye jî, tekilhevîyeka cûreyan carinan gumanbar dîyar dibe.

Mirineke biwext
Chloé Maurel
test_admin So., 15.03.2020 - 02:01

Swêdîyê bi navê Dag Hammarskjöld, yanî Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) di 18ê îlona 1961an de, berîya berbanga sibê di qezayeke balafirê de nêzî Ndola, li Rodesyaya Bakur a li Zambîyaya îro, mir. Mirina wî ti carî lê nehat kolîn. Wî berê xwe dabû Ndola da ku bi cudaxwaz Moïse Tshombé re hevdîtinan bike. Ew serokê herêma Katanga ya dewlemenda mîneralan a Kongoyê bû. Vê herêmê sala 1960î serxwebûna xwe ji Komara Kongoyê ragihandibû. Ew ê piştî mirina xwe, çirîya pêşîn a 1961an hêjayî Xelata Nobelê ya Aştîyê bihata dîtin.