Christiane More

Ronesansa têkoşîna çekdarî

Ji dema avabûna Tirkiyeya nûjen ve, tenê mafekî kurdan heye; yê tirkbûnê . Tercîh pir hêsan e: asîmîlasyon an jî zordarî. Enqere wiha dibêje: "Li ser xaka Împaratorîya Osmanî jixwe bîst û çar dewletên serbixwe hene û em ya bîst û pêncemîn naxwazin." Asîmîlasyon hindik mabû bi ser keve. Gelek kurd li bajêr an jî li dibistanên şevê yên ji alîyê artêşê ve tên bi rê ve birin, zimanê xwe ji bîr kirin.

Kurdistan: Pirsgirêkeke bêhempa

Weke Îran û Iraq di şer de, divê Tirkiye jî bi tevgera nû ya veqetînxwazîya kurd re rû bi rû bimîne. Li gel vê yekê jî, ji dema ku ji alîyê Ataturk ve hatiye ava kirin û vir ve, dewlet li ser xeyalsazîya civakeke homojen dijî û qeti’iyen xwe nade ber venasîna mafên xweser ên deh mîlyon kurdan, ku piranîya wan li herêmên herî xizan ê Rojhilat û Başûrê Rojhilata Tirkiyeyê dijîn.

Lêgerîna kurdan ji bo stratejîyeke nû

Di nav çend hefteyan de, zêdetirî 100 000 kurdên Iraqê, yên ji bombebaran û çekên kîmyayî revîyan, xwe li Tirkiyeyê girtin. Ev pêla ji nişkave ya koçberîyê dikare têkilîyên nazik ên Enqereyê bi Bexda û Tehranê re jî dijwar bike. Ev yek herwiha dikare bibe zemîna teşwîq û destekê ji bo serhildêrên kurd ên ji tebaxa 1984ê ve li herêma Rojhilata Tirkiyeyê çalakîyan li dar dixin û ji ber vê ev rewş dikare dengeya navxweyî ya Tirkiyeyê xira bike.

Kurd careke din hatin ji bîr kirin

Çileya 1989ê, li Parîsê, civîna navneteweyî ya der barê silehên kîmyewî de, xwe nedabû ber ku Iraqê ji ber bikaranîna gazên kîmyewî li dijî kurdan, nexasim jî li bajarê Helebceyê, şermezar bike. Di çirîya pêşî ya heman salê de di dema konferanseke li ser nasnameya kurdî de, ya ku ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Fondation France-Libertés (Weqfa Fransa-Azadî) ve li paytexta Franseyê hate organîze kirin, tu berpirsyarê partîyên kurd nikarîbû pêwendîyên fermî deyne.