Zilamê fikreke bitenê
Ger mezinîya berhemekê li gor şana wê ya medyatîk bihata pîvan, bê şik ya Rene Girard dê hêjayî derbasbûna nifşên siberojê bûya. René Pommier tenê dixuye ku wisa difikire "dikare bi awayekî pir rewa pesnê xwe bide ku wî hemû reko-rên pozbilindîyê şkandine û bêguman ji bo demeke dirêj." (1) Bi awayekî aşkere, bi xwedîbûna "keşfkirina hîpo-teza herî berhemdar a sedsalê" ew wekî "Darwînê Çandê" tê pîroz kirin.