Dean Baker

Ger Çîn êdî deynê Amerîka’yê nekirre wê çi bibe?

Ji salekê vir ve, li Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, tansiyona aboriyê bilind dibe. Çîn ji politikaya derve ya Serok Barack Obama ne razî ye, lewma bi armanca bersîveke dijber bide vê polîtîkayê biryar da ku êdî bonoya xezineya Amerîka’yê nekire. Li gorî texmînên neyînî yên gelek analîstan eger rewş wisa berdewam bike û Çîn vê helwesta xwe neguherîne dibe ku di pêşerojê de Amerîka felaketeke finansî ya wisa mezin bijî ku dikare aboriya Amerika’yê bîne ser çokan. Gefa Çîn’ê xwedî delîl û argumanên maqûl in.

Sedemeke pûte pê nayê dayîn a krîza amerîkî admin Di., 25.09.2012 - 13:53

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pirî caran gazinan dikin ji hevrikîya pîşesazîyê ya dewletên başûrê Asyayê. Ew ji bîr dikin ku sala 1997ê dema ku krîza malî ev herêm dabû ber xwe û dihejand, wan li ser vê herêmê dermankirineke şokê ferz kiribû, vê jî kiribû ku welatên mexdûr sozê bidin xwe ku hew tu carî bikevin rewşeke lawazîyê. Wan biryar da ku dovîzan berhev bikin ... vê jî bi rîya îxrackirina ber bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikin.