Dominique Pinsolle

"Televîzyona bikalîte" çawa rewşenbîr cezb kirin? admin Do., 16.06.2011 - 13:56

Rêzefilmên televizyonan ên amerîkî yên ku ji demeke kurt ve weke heng û kêfa gelêrî tên dîtin, êdî statuya berhemê hunerî bi dest xistin. Di hinan ji wan de kesayetên kûr, wêrekiyeke fermî, dekûdolabên elaqedarî pirsgirêkên civakê hene. Temaşevanên xwende wan dineqînin, dibijêrin. Ew dîsa jî berhemên ku armanca wan fetihkirina bazarekê ne, li gor stratejiyeke kanala HBOyê li hev aniye.

Di navbera serîtewandin û serhildanê de admin Mi., 16.05.2012 - 13:27

Hem desthilatdarîya li Parîsê, hem ya li Pekîn, Moskova û Washingtonê qedrê tebeqeyên navîn zêde digirin; wan li navenda tevahîya stratejîya siyasî datînin. Di demên krîzê de ew di navbera piştgirîya sinifên gel û hevgirtina bûrjûwazîya bilind de diçe û tê. Dirûvê vê koma ne bi rêkûpêk a sînorên wê şêlû bi awayekî radîkal guherî: Di texeyula civakî de milkdarên piçûk ên xwedîyên asoyên tengok şûna xwe ji xwedîyên dîplomayan ên heyranên Înternetê yên ciwan re hiştiye.