Dr. Azad Salih

Di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de alozîyên li ser erdî


Pirsgirêk û alozîyên li ser "deverên li ser wan nehatî li hev kirin" ango alozîyên li ser erdî para bêhtir ji ber cihêbûna fikira di navbera dewletên serbixwe, yan jî dewletên federe de pêwendî milkiyeta herêmên sînor rû didin. Halê hazir li tevahîya dinyayê der barê alozîyên li ser erdî yên navbera dewletên cihê, yan jî herêman de lîsteyeke dirêj heye. Yek ji van jî alozîyên li ser erdî yên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ye.