Dr. Kemal Sîdo

"Bihara ereban" û Sûrîye

Bûyerên pêşnedîtî yên ku halê hazir cîhana ereb dihejînin û kirin ku rejîmên li Tûnis û Misirê hilweşin û bi îhtîmaleke mezin wê bibin dawîya rejîma eşîra Qedafî li Lîbyayê jî, dikin ku raya giştî a cîhanê berê xwe bide dewletên din ên ereb.

Êdî pêla protestoyan gihîşte Sûrîyeyê jî

Kurd û “Raperîna Sûrîyê”

Van demên dawîyê bang li kurdan (misilman û êzdî), xirîstîyan, durzî, elewî, îsmaîlî, ermenî, asûrî-aramî û hindikahîyên din tê kirin da ku tevlî serhildana Sûrîyê ya li dijî dîktatorîya Beşar el-Esad bibin. Ev bang dikin ku mirov bifikire ev hindikayî tevlî serhildanê nabin. Lê belê ev îmaj dixapîne. Hindikayî bi awayekî çalak di protestoyên dij-rejîmê de cihê xwe digirin, belê heta niha bi tenê bi awayê aştîyane.