Elizabeth Rush

Hindistan - Bangladeş, sînorê bêkêrkirî

Piştî hewldanên çaryek sedsalê, Hindistan difikire ku dîware sînorê xwe yê bi Bangladeşê re xilas bike: 3286 kîlometro, ango benda jeopolîtîk a herî dirêj a dinyayê. Lê belê derbaskirina vî dîwarê ku kirina neteweperestîyê ye, diyar e bi qasî ku dihat bawer kirin nemumkin nîne. Gelek tişt tê re derbas dibin: mirov, zimanekî hevpar, sewal, sîr, sarî [cil û bergên jinan ên hindî], biharat, şirûba kuxikê, alavên midbexê û çar hezar sal dîroka bengalî.