Evelyne Pieiller

EVELYNE PIEILLER

Hetîketiyên civakî yên Pissaro

Hîseke xweş e mirov berhemekî bibîne ku ji hestên bi mirov re çêdike û wir de, bi awayekî cihê zêdebûna tiştên dikarin werin bidestxistin û ji dest dan, nakokî û şerên serdemekê radixe ber çavan. Ev berhem di heman demê de ferz dike ku mirov xeyala têkiliyên kêm dualî yên ku di navbera modernîteya hunerê û hesasiyeta siyasî de pêk tên, bike. Bi awayekî mirov ne li bendê, bi Pissaro hejiyaneke rohnîker peyde dibe.

Ronahî tên hawara sedsala 21’ê!

Carinan, li hember jiyîna li vê mîlenyûma sêyem ku bergeha reş û tarî ye, mirov dikeve nava xeman. Baweriya ku pêşketin êdî ne weke ku mirov digot qey weha ye, û dem êdî bi şûn ve diçe bi ser yên din re dikeve. Gellek caran, ji aciziyê li hember xêrxwaziya ku di nava xelkê de belav bûye, giriyê mirov tê û mirov bi tirs ji xwe dipirse gelo bi rastî jî xatirdayin û tevlêbûyina hemû fikir û baweriyên ku hene bi tenê nîşana mecbûriyetên toleransê ye, an nîşana bêhişketina xeternak e… Bi kurtî, ev dewr mirov aciz dike û mirov dide pey hişyariya fikrî.

Mafekî civakî wekî av û elektrîkê

Di van rojên me yên tijî fikar de, heyecaneke gelek xweş e ku mirov li pişt xwe vegere û dîrokê bikole. Hem jî di van deman de ku rola şanoyê dihê nîqaş kirin, ku di jiyana civakî de biisrar e. Bi ya hin derdoran, divê hilberîn û serkeftina di her qadê de, bi taybetî jî di qada hunerî de, bikeve xizmeta berjewendiyên civakê. Di nava rûpelên dîrokê de, mirov dibîne ku, ew nirxên ku îro di bin navê realîzm û rastiya giranbuha de rexne lê dihê kirin, di hin serdeman de ji bo bidestxistina wan, tekoşîneke dijwar hatiye meşandin.

Huner çi ye?

Platon, gava Bajarê Îdeal teswîr dike, dixwaze ku helbestkar tê de nebin, ji ber ku ji bo tehrîqkirina hestan behreyeke wan ya nebixêr heye, lê ne ji bo bihêzkirina mentiqê. Jean-Jacques Rousseau, teorîsyenê Contrat social [Peymana Civakî] ya berî şoreşê, di Lettre à d’Alembert sur les spectacles [Nameyek bo d’Alembert Derbarê Numayîşan de] ya xwe de piştgirîyê dide qedexekirina şanoyê li Cenevreyê û pêşniyaz dike ev hunera gendel nemîne ku "ruhên xayîn pîj dike". Di her du nimûneyan de, hewl ew e ku rola hunerê li gor bikêrîya wê ya siyasî an jî exlaqî bê dest nîşan kirin.

Şoreşên Rousseauyî

Em îsal sêsedsalîya jidayikbûna Jean-Jacques Rousseau (1712-1778) pîroz dikin, welatîyê Cenevreyê, nivîskar, fîlozof, ewqasî jî serserî û naturalîst, wî yê wêjeya fransî û fikra sîyasî nû bikira. Bi vedîtina “âme sensible (ruhê hestîyar)” wî yê roman azad bikira; bi kirina pirsa şertên wekhevîya di navbera merivan de wî destpêka şoreşên siberojê nivîsî.

Ji nû ve îcadkirina merivayetîyê…

Evelyne Pieiller

Di pêşanîya (şow) xwe ya dawîn a G5ê de, Rocio Berenguer “yekem qanûna cîhanî ya nav cûreyan” pêşnîyar dike, ku pêşeroja jîyanê bixwe jî misoger bike. Di bawerîya xwe ya xurt a bi “di çêbûna merivî de pozbilindîyek heye ku dest pê kirîye ji ber pêdivîbûnê dişkê” de, ew bi vî awayî daxwaza beşdarbûna xwe ya vebûna “zevîyeke nû ya tiştên mimkin” (1) rabighîne.