Fabio Liberti

REHE, rêxistineke ewlekariyê ya kêmnas

Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (REHE), li rex Hevpeymaniya Atlantîk (NATO, Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûrî) û Yekîtiya Ewropayê (YE), yek ji wan sê rêxistinên navneteweyî ye ku ji bo ewlehiya parzemînê Ewropayê dixebitin. Lê belê tenê ew e ku pêncî û şeş welatan bi xwe ve digire, ji Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) di ser Rûsyayê re heta digihîje dewletên Asyaya navîn û dewletên ewropayî. Bi vî rengî, li dunyayê, rêxistina herî girîng a ewlekariya herêmî ye.