Hevkarîya ji hemû rexan ve
Ji cerga ku di civîna bilind ya Evianê de (hezîrana 2003yê) hate pêşnîyaz kirin ku endamên G8ê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Japonya, Almanya, Fransa, Brîtanya, Îtalya, Kanada û Rûsya) "dîyalogeke berfirehtir" digel dewletên din (Çîn, Hindistan, Malezya, Cezayîr, Erebistana Suûdî, Misir, Afrîkaya Başûr, Nîjerya, Senegal, Brezîlya, Meksîka) bi rê ve bibin, ji bo nûkirina awayê birêvebirina cîhanê prosedurên şêwra di navbera dewletan her ku çûye komplekstir û fermîtir bûne.