Frédéric Lordon

Li bazara cîhanî ‘stratejiya şokê’ tê nîqaşkirin

Çend sebeb hebûn da ku mirov bi temamî qanih nebe bi teza Naomi Klein ya li ser “stratejiya şokê”(i). Bêguman teza navborî gelek kêrhatî ye ji bo ravekirina gelek rewşan, nemaze ji bo rewşa welatên başûrî an jî aboriyên di rêya veguherînê de. Lê belê, ew ne xwediyê wê hêza ravekirina giştî ye ku bi awayekî nepenî dozê lê dike; û herwiha, gelek aşkera ye ku bicihkirina neolîberalîzmê di ekonomiyên goya pêşketî de, nabe bersiv ji bo modêla “şok”ê –lê bêtir tê me’naya birêvebirina biqedeme û “bi xwînsarî” ya ajandayekê ku her ku tê sepandin xwe sîstematîze dike û kûrtir dibe.

Berfirehkirina qada regresyonê

Di erefa civîneke Konseya Ewropayê de ya li ser krîza deynan, 23ê adarê, parlemana Portekîzê planeke armanca wê bi qutkirina mesrefên civakî, kêmkirina lihevderneketina budceyê bû, red kir. Hukûmetên qada euroyê ji ya xwe nayên xwarê û weke derman heba ta‘l hişkbûnê didin.

Weke di xewnekê Naomi Klein de a ku wê şaşiyên teza xwe ya destpêkê telafî bike, neolîberalîzma ewropî îhtîmameke taybet pê dide ku xwe li "stratejiya şokê" bîne – lê belê şokeke ku ew bi xwe di çêkirina wê de bi rolekî mezin rabû.

Li ser kaşkaşoka krîza ewrûpî

Çi dibe gava stargeha herî ewle jî xwe di nav tofanê de lerzokî dibîne? Çarşem 23yê mijdarê, sermayedaran bi dana deynekî alman ê xezebeke nedîtî, hêrsa xwe dîyar kir. Bi ketina nav davika wan, bazara ku tedbîrên tund dixwest, êdî ji alozîyê dikeve gumanê. Li hember van dek û dolaban, hewl didin bersivê bidin ”lûtkeyên” ku pir zêdebûna wan bi kêrî tutiştî nayên.