Ji bo analîzeka bêalî ya şer û pevçûnan
Gelo em dikarin li şerê ku li Malîyê diqewime têbigihin, heke ku em jîyan û debara zehmet a eşîrên ku çolên fereh ên Sahrayê şên dikin, nebînin? Alaya hêmanên serhildêr, bila ya îslamîzma tundrew be jî, ev yek tu tiştî der barê daneyên dunyewî, aborî, civakî û sîyasî de naguherîne, weke li Libnan, Iraq, Îran yan jî li Filistînê.