Germán Velásquez

Ber bi lêkolîneka bê mafê patentê

Li hemberî çavbirçîbûna laboratuwarên dermançêker, projeyek tê amadekirin ji bo peymaneka navneteweyî were mohrkirin bi armanca ji hev cihêkirina bihayê lêkolînan û yê dermanan.  Armanc, hêsankirina çêkirina dermanên bikêrhatî ye ku herkesa/ê pêdivîya wê/wî pê hebe wê karibe wan bikire. Heta heke ew nikaribin werin çareserkirin jî.