Giovanni Allegretti

Armanc û perspektîvên demokrasîya herêmî

Di dehsalekê de, bi hezaran bajarên dinyayê pratîkên xwe yên demokratîk guherandin. Budceya tevlîker, ya ku 1989ê li Porto Alegreyê îcad bû, sembola vê tevgerê ye û îroj ji hêla 15300 bajarên li hemû parzemînan ve tê bi kar anîn. Armanca wê bersivdana endîşeyên xelkê, bi taybetî xelkê belengaz e, ku gelek caran li derveyî birêvebirina şaredarîyan tê hiştin. "Pêwîstîya nîqaşê" ya modernîteyê, bi gotinên siyasetnasên fransî Yves Sintomer û Loïc Blondiaux (1), gav bi gav li ser birêveber û rayedarên cîhanê ferz dibe.