Habib Ayeb

Kî dê ava Ҫemê Nîlê bi dest bixe?

Dema Etîyopyayê bi awayekî fermî destpêka avakirina bendava bi navê Vejînê li ser çemê Nîla Şîn da zanîn, rewşa jeopolîtîk ya deşta Nîlê bi carekê de guherî. Li Misirê ev biryar bû sedema tirseka mezin ya mayîna bê av û biryarê herweha alozîyên herêmî di mijara kontrolkirina çemî de gur kirin.

Di 10ê hezîrana bihurî de, serokdewletê Misirê Muhamed Mursî ev gef xwaribû "wekî serokdewlet ez vê yekê piştrast dikim ku em tevahîya alternatîfan li ber çavên xwe digirin.