Mehmet Kapçak

Mehmet Kapçak, di sala 1947an de li navçeya Şemrexa Mêrdînê hatîye dinê. Wênesaz û perwerdekarê hunerê ye. Kapçak, piştî zanîngehên mamosteyî yên Amed û Stenbolê, perwerdehîya xwe ya bilind li Beşa Wêne ya Enstîtûya Perwerdehî ya Atatürk qedand. Li gelek bajarên Tirkîye û Kurdistanê wekî perwedekarê hunerî kar kiriye.