Jacques Delcroze

Li Malîyê jihevdeketina xewna demokratîk

Modela herî dawî ya demokrasîya afrîkî ango Malî noqî nav bêîstîqrarîya sîyasî dibe, serhildêrîya bakur jî welêt dike du parçe. Ji darbeya eskerî ya 22yê adara derbasbûyî ve serokdewletê demî Dîonkûnda Traorê hewl dide partîzan û mixalifên darbekaran li hev bîne. Sedema vê krîzê cihêtîyên kevin in ku ji dawîya dîktatorîyê ya sala 1991ê û vir ve bandorê li civaka Malîyê dikin.