Jean-Arnault Dérens

Koçberên bê welat

Serokkomar François Hollande 19ê çiriya pêşîn da zanîn ku xwendekara dibis-tana navîn a 15 salî ya ku dema ji dibistanê derket hat girtin û dersînorî Kosovayê hat kirin, dikare vegere Fransayê, lê belê “bêyî malbata xwe”, vê yekê rê li ber acizîya xelkê vekir. Ji polemîka li Fransayê û wê de ev gotar xirabûna rewşa romanan li herêmekê rohnî dike ku berê mînak bu ji bo deverên din.

Şerê Balkanan, bîlançoya wî

Salveger li pey hev tên: 20 salîya destpêka dorgirtina Saray Bosnayê, ji 15 salîya destpêka şerê Kosovayê re hindik ma... Gelo dema dîrokê jî hat? Piştî şahidîyên şokker, analîzên bi zimbeya kunker, alîgirîyên di şer de, lêkolîneka objektîf ya şerê çekdarî yê dawî yê li Ewropayê di sedsala 20an de pêkhatî gelo mimkin e?

Li Balkanan dadwerîya bi çavekî

12yê kanûna pêşîn Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Laheyê cezayê miebedê li kevne generalê sirb yê Bosna Hersekê Zdravko Tolimir birî ku ew yek ji berpirsîyarên komkujîya li Srebrenîkayê bû. Çirîya paşîn heman dadgehê biryara beraeta generalên xirwat Ante Gotovina û Mladen Markac û ya kevne fermandarên gerîla yên arnawud ên li Kosovoyê da. Gelo ev edaleteka bi cot standart e?

Balkan û dawîya xeyala ewropî

Xirwatistan, dê di 1ê tîrmeha 2013ê de bibe endama bîst û heşt ya Yekîtîya Ewropî. Dengdaran, di 22yê çileya paşîn de beşdarbûna welatê xwe ya Yekîtîyê pejirand. Herçend dengên "erê" li dor % 67ê bin jî, beşdarîya kêm (%43yê dengên tomarkirî) a dengdanê rêjeya wê kêmtir dike. Di rastîyê de, xirwat bêşewq û heyecan xwe amade dikin ku beşdarî Yekîtîyê bibin. Perspektîfa ewropî, li hemî welatên herêmê gelek ji hêza xwe ya rakêşanê wenda kir.

"Şerê qirêj" ê UCKyê li Kosovayê


Dwanzdeh salên piştî şerê ku eyaleta sirbî ya bi piranîya albanî ber bi riya serxwebûnê ve anî, anket û şahidî pêkutîyên ku endamên Artêşa Rizgarkirina Kosovayê (UCK) kirin, diyar dikin. Qurbanên van pêkutîyan hem li nav sîvîlên sirbî, hem jî li nav reqîbên siyasî yên UCKê hene.

Encamên texrîbkar

Rapora parlemanterê Konseya Dewletê yê Parlemana Swîsreyê Dick Marty ya li ser "îdîayên muameleya ne mirovane ya bi insanan re û bazirganîya qaçax a organên bedena mirovî li Kosovayê" 25ê çileya 2011ê li Meclîsa Parlemanteran a Konseya Ewropayê hat qebûl kirin.

Hêz û sergêjiya dîplomasiya sirbî

Serxwebûna ku Kosovayê gulana 2008’an yekalî îlan kir, lê belê ji aliyê pirraniya Dewletan ve nehatiye naskirin, dê di Meclîsa giştî ya Yekîtiya Neteweyan de ku vê îlonê li New Yorkê dicive, bibe mijara rojevê. Ev sê sal in ku dîplomasiya sirbî hewl dide ku welatên din qane bike ku serxwebûna herêma wê ya berê bi awayekî fermî nas nekin; ji xwe re gellek piştgir jî peyda kirine ku ev hêvî ji wan nedihat kirin.

Deryaya reş

Deryayeke girtî, bi awayekî pirr bibandor şêlû bûye, hin caran weke dereke « marjînal » hatiye dîtin. Digel vê jî, Deryaya Reş xwediya wateyeke mezin a stratejîk e. Li wê derê, di navbera welatên Kafkasyayê, Yekîtiya Ewropayê, Rûsyayê, Turkiyeyê, welatên Asyaya Navîn û welatên Rojhilata Navîn de cerribandina hêzê tê bikaranîn. Herweha ev dere weke karta rê ye.

Sinop (Turkiye)