Di kelekela Afrîka’yê de
Parzemîna cîhanê ku lê kêm daristan heye, Afrîka di nava deverên ku lê zêdetir bajarvanî pêş dikeve de ye: Salê nêzîkê % 7 zêde dibe, niha ji % 40 hemwelatî li bajaran niştecih in. Ev rêje di salên 1900’î de ji % 3 bû. Di sala 2030’yî de şêniya Afrîka’yê wê bibe 760 milyon, ji vana % 70, heke ti tişteke neguhere, wê di deverên xizan ên bajarên dagirkeran weke (Kinshasa an jî Nairobi)’yê de bijîn. Her wiha hin ji wan jî di deverên weke (İbadan an jî Kano li Nîjerya’yê) de bijîn.