Jean-Marie Chauvier

Cinên Meydana Sor admin Do., 16.06.2011 - 14:14

Di çapemenîyê de, ev yek êdî qet nabe sedema gumanan: "Staline is back" ["Stalîn vegerîya"], Putîn "bi lez û bez şeref li Yekîtîya Sovyetê û kulta Stalîn vegerand"; jixwe, "Putîn, Stalînê serdema Înternetê ye" (1). Li Kremlînê, dengekî cuda olan dide. Serokkomar Dmitri Medvedev "tawanên Stalîn" bi bîr tîne (Izvestia, 7ê gulana 2010ê), ne weke serokwezîrê xwe, Vladîmîr Putîn. Şêwirmendê Kremlînê yê mijara Mafên Mirovan, Mikhail Fedotov, betalkirina nihênîbûna arşîvan îlan dike ji bo ku "xatir ji totalîtarîzmê bê xwestin" (Interfax, 1ê sibata 2011ê).

Di nîqaşê de Yekîtîya Sovyetan admin Do., 12.04.2012 - 16:04

Piştî 20 salên nemana xwe, bloka sosyalîst û YKSS (Yekîtîya Komarên Sovyeta Sosyalîst) hê jî li Rûsyayê pirsan derdixin holê û nîqaşan zêde dikin. Andrei Graçev bi saya vêkolîneke bi rêk û pêk (1) , “dabaşa wenda” (bi xalepirsekê) ya pîşekarê perestroykayê yê ku dixwest di heman demê de YKSSê û cîhanê biguherîne ronî dike. Şêwirmendê kevin ê Mîxaîl Gorbaçovî dide nîşan ku serokê pêşîn û dawî yê YKSSê çawa, gav bi gav dev ji hêza welêt a ku di 1985ê de hê jê dihat tirsîn, berde. Di vê lêkolînê de dîmena şagirdê efsûnkar ku ji çalakîyên xwe bêhntengî bûye, kêm xuya ye.