Kurtuluş Tayiz

Di bin sîya çekan de li aştîyê gerîn admin Mi., 14.09.2011 - 10:36

Di warê pirsgirêka kurdî de atmosfera nisbî ya aştîyê, ji ber pêla şideta ku piştî hilbijartinan zêde bû, nema. Herçende encamên hilbijartinên 12ê hezîranê derfetek xistibû him destê hikûmetê û him jî muxalefeta kurd ku meseleyê bi rêbazên demokratîk çareser bikin. Bi rêjeya dora 50 dersedî ya dengan hikûmeta AKPyê piranîya siyasî bi dest xist ku bikaribe pirsgirêka herî girîng a Tirkîyeyê an ku pirsa kurd çareser bike.