Laurence Allard

Dîplomasîya telefonên destan li ser rêya fethkirina xizanan e

Piştî darbeya eskerî ya li Malîyê birêveberê Microsoft yê Afrîkayê Şêx Mobîdo Diarra weke serokwezîr hat dest nîşan kirin. Googlea ku hin mûçegirên wê di "bihara erebî" de navdar bûn, milîtanên mafê mirovan digire kar û Wezîra Karê Derve ya amerîkî Hillary Clinton destekê dide projeyên insanî yên ku karsazîyê û teknolojîyê têkil hev dikin: Va ye serdema dîplomasîya dîjîtal hat.