Laurent Bonelli

Dema ku Fransayê piştgirî dida zordarîya li Tûnisê girseyê Michèle Alliot-Marie bi xwe re bir admin Di., 15.03.2011 - 12:48

11ê çileya 2011ê, nerazîbûna xelkê gihîştibû bajarê Tûnisê û wezîra karên derve ya fransî, Michèle Alliot-Marie, li ser dika Meclîsa neteweyî ev pêşniyaz derbirî: bi saya serê "jêhatîbûna li cîhanê navdar a hêzên ewlehîyê [yên fransî]" çareserkirina pirsgirêkê. Vê hevokê li çar hêlên dinyayê deng veda û heta li Quai d'Orsay jî [avahîya wezareta karên derve ya fransî], bûye sedema rexneyên berfireh.

Li ser riya dijwarîya têkoşîna çekdarî

Ji êrişên 11ê îlona 2001ê ve, hêzên rojavayî rahiştin honandina şerê bi giranî stratejîk li dijî terorîzmê, bêyî ku bê zanîn ka ev têgeh tê çi wateyê. Bi rastî jî, di navbera komikên radîkal ên ku salên 1970yê derketine holê, tevnên El-Qaîde û têkoşînên çekdarî yên serxwebûnxwaz de çi tiştê hevpar heye? Şahidîyên mîlîtanan ronahiyê davêjin ser bîrbirinên şideta siyasî.

Çîroka etîketeke siyasî

Sinifandina partî, sîyasetmedar û hinek ramanan "wek rayên çep" ne gelek hêsan e. Dîrokeke vê kategorîyê heye û maneya wê bi tekoşînên polîtîk re, her tim ji nû ve tê tarîf kirin.

Çepgirbûn" çi ye? Ev pirs dibe ku kawik xuya bike, lewra ev nav nasnameyên rêxistinên siyasî ("çepa parlemanter", "şaredarîyeke çepgir") û nirxên ferdan (ji "întelektuelê çepgir" heta bi "xelkê çepgir") ava dike. Dîsa jî dabeşbûna di navbera siyaseta çepê û rastê de tu tiştê xwezayî, nayê guherandin û heta pêwîst nîne.