Laurent L. Jacque

Çîrok û rastiya şerrê pereyan admin Sa., 18.12.2010 - 23:40

Civîna serok û rêberên desthilatên welatên G20’î (ku % 90’ê aboriya cîhanê pêk tînin), di 11 û 12’ê çiriya paşîn de, li Seûlê pêk hat. Armanca wê, kêmkirina cudahiyên mezin ên aborî û danîna bingehên mezinbûneke "bihêz, domdar û bi denge" bû. Vê hevdîtinê bi taybetî derfeta aşkerekirina kozên xwe da beşdaran û lawaziya sîstema diravî ya navneteweyî diyar kir.