Libio Pérez

Tenê bi Bachelet’ekê bihar nayê

“Ez jin, sosyalîst,bî û bê ol im. Ez çar gunehên mezin tînim cem hev. Ewçend jî bawerdikim ku emê bihevre karên baş bikin.” Xanim Michelle Bachelet dema ku ji aliyê Serokkomarê Şîliyê Ricardo Lagos ve hatibû tayînkirin bi vê axaftinê silav li fermandarên artêşê kir. Ew di destpêka 2002’yan de bûbû wezîra parastinê. Ev meqam heta niha tu caran ji jinekê re nehatibû raspartin û ji dema hikûmeta Salvador Allende tu sosyalîst ev meqam bi dest nexistibû.