LMd

JI ÇAPEMENÎYÊ(48)

 

Wall Street Journal

Wall Street Journal a 2yê kanûna pêşîn jî vê peymanê wekî lihevkirineke bi tehlûke ya bi Tirkîyeyê re bi nav dike û dibêje Bexda red dike ku lihevkirina di navbera Enqere û Hewlêrê de ya li ser xeta lûleyan de erê bike û ev jî firotina petrolê dereng dixe. Nûçe dibêje Bexda vê peymanê wekî neqanûnî dibîne û ditirse ku gavên bi vî rengî dozên din ên serxwebûnê yên herêman li Iraqê teşwîq bike. Nûçe nexasim balê dikşîne ser tehlûkeyên peymanê ji bo Tirkîye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dibêje ji ber ku Bexdayê peyman erê nekir, petrol jî naherike. Rîska ji bo Tirkîyeyê ew e ku Iraq dikare dozê li Tirkîyeyê veke ji ber ku ev petrol milkê neteweyî ye ji bo Iraqê û li dadgehên navneteweyî dikare bibe mijara dozê. Bi her halî rojname balê dikişîne ser helwêsta DYAyê ku hevdîtinên sêalî destek dike.

JI ÇAPEMENÎYÊ(46)

AFP

Di nava geremola Sûrîyeyê de, di nava nûçe û şiroveyên sazîyên çapemenîyên sereke de kurd jî cihekî girîng digirin. Biryara Encûmena Neteweyî ya Kurd li Sûrîyê-ENKSyê ya tevlîbûna nav refên mixalifên Sûrîyeyê, di çapemenîya navneteweyî de zêde cih negirtibe jî biryara erêkirina Koalîsyona Neteweyî ya Sûrîyeyê ya vê tevlîbûnê cihê xwe di ajansan de girt. Ajansa nûçeyan a fransî AFPyê bi sernûçeya "mixalefeta Sûrîyeyê biryar da bêhtir kurdan bihewîne nav xwe" di 18ê îlonê de ragihand aboneyên xwe. Nûçe radigihîne ku kurdên Sûrîyeyê bi mixalefeta sereke ya Sûrîyeyê re li hev kirine, li ser wê yekê ku bêhtir kurd di nava Koalîsyona Neteweyî ya Sûrîyê de cihê xwe bigirin.

Jixwe ji naveroka lihevkirinê bêhtir hejmara endamên kurd ên di koalîsyonê de wekî mijara li ser hatî li hevkirin bi gotinên berdevkê koalîsyonê Lûay Safî tê dayîn: "Koalîsyona Neteweyî û Encûmena Neteweyî ya Kurd roja yekşemê li hev kirin ku bêhtir endamên kurd bikevin nava koalîsyonê".

JI ÇAPEMENÎYÊ(45)

"Parastina Rewa"

 

13ê tîrmeha 2013an li Florîdayê polîsekî spî yê bi navê George Zimmerman ji ber kuştina (sala 2012an) ciwanekî nûgihayî yê reş ê bi navê Trayvon Martin beraet kir. Bloga amerîkî Sociological Images (14ê tîrmehê) îşaret bi lêkolîneka li ser bandor û encamên qanûnên ji wan re

JI ÇAPEMENÎYÊ(44)

Kurdistan di berga kovara Zenithê de

 

"Mijara sereke ya hejmara meha tirmeh/tebaxê ya kovara almanî Zenith ê  Kurdistan bû. Kovarê di berga xwe de cih daye nexşeya Kurdistanê û vê pirsê dike; "Pêşîya vî welatî êdî dikare were girtin?" Kovarê di hejmara xwe ya dawî de 30 rûpel ji bo pirsa Kurdistanê veqetandîye. Zenith kovareka almanî ku 2 mehan carekê derdikeve û li ser mijarên sîyasî, aborî û çandî yên girêdayî welatên erebî û Rojhilatê Navîn rediweste, li ser pirsa Kurdistanê bi kurtî vê şi

JI ÇAPEMENÎYÊ(43)

Ajansa nûçeyan ya amerîkî Associated Pressê 17ê hezîranê bi sernavê "Kurd ji bo cihekî di şerê navxweyî yê Sûrîyeyê de şer dikin" gotareka Bassem Mroue weşand. Di vê gotara ku rewşa heyî ya nakokîyên di navbera berjewendîyan, hevgirtin û tirsên alîyan de bi kurtî rave dike, kurd wekî alîyê ku di navbera Xelîl û Celîl de mayî tên terîfkirin. Dîroka nakokîyên di navbera kurdan û komên îslamî de yên ku êrişên eskerî dibin ser wan jî di gotarê de cihê xwe digire.

JI ÇAPEMENÎYÊ(41)

Courrier International

Kovara sîyaseta navneteweyî ya heftane ya fransî Courrier International roja piştî Newrozê bi sernûçeya "Piştî 30 salên şer, aştî" cih da nirxandinên rojnamevanên kurd û tirk yên di der barê hevdîtinên li Îmralîyê de.

Kirêt, qirêj û pîs

Piştî axaftina meksîkî yê operaya qerfî ya Zapatîstan,  derketina  Chávezê li ser herdu dikên Amerîkaya Latîn û ya OPECê (Rêxistina Welatên Ȋxrackerê Petrolê), ji niha ve tehdîdeka sereke ye ji  bo parzemînê: heke hevkarîya populîst ya Venezuela- Kuba- Haîtîyê wê mezin bibe û Kolombîyayê jî bigire nava xwe, tevahîya pêşketinên demokratîk yên herêmî wê bikevin ber lêpirsînê.

Alexandre Adler, nivîskarê ceriban-dinan, 23yê çirîya pâşîna 2000î.

JI ÇAPEMENÎYÊ(40)

Tagesspiegel: Jenosîd, pere û bîranîn

 

Rojnameya almanî Tagesspiegel derbarê salvegera 25. ya Helepçeyê de nivîsek bi sernivîsa "Jenosîd, pere û bîranîn" weşand. Di nivîsê de hate gotin ku şirketên alman jî ji bo bombeyên ku bûn sedema mirina 5 hezar kurdan alîkarî dabûn rejîma Sedam. Li gorî agahîyên ku pispor Kemal Sida daye rojnameyê ji sedî 52yê mekanîzmaya van bombeyan ji alîyê Almanyayê ve hatîye firotin. Rojnameyê dîyar kir ku li Meclîsa Federal ya Alman ji bo bîranîna Helepçeyê dê rûniştinek pêk were û ev agahî dan:

JI ÇAPEMENÎYÊ(39)

Financial Times AKP nikare bibe modelek

Rojnameya Financial Times di derbarê siberoja welatên ereb de analîzek weşand û bal kişand ser rola Tirkîyeyê. Rojname destnîşan dike ku Tirkîye, ji bo van welatên ereb mînakeka xapînokî ye  û nikare bibe modelek. Di nivîsa analîzî ya ku ji alîyê Roula Khalaf ve hatîye nivîsandin de tê dîyar kirin ku Tirkîye, di dema pêvajoya guhertinên li Misir û Tûnisê de ji bo van welatan wek model dihate nîşandin û di berdewamîya nirxandinên xwe de weha dibêje: 

Gavên bê serî yên artêşa tirkî*

Rêveberê PKKê (Partîya Karkerên Kurdistanê) Abdullah Ocalan çirîya paşîn gihişte Romayê, daxwaza xwe ya peydakirina çareserîyeke pasîf ji bo pirsgirêka kurd di çarçoveya Tirkiyeyê de careke din îfade kir. Desthilatdarîya li Enqereyê xwe li van bangan kerr dike, doza dersînorkirina wî dike û gefan li Îtalyayê dixwe ku mueyîdeyan li dijî wê bi kar bîne. Ji ber ku eskerê tirk red dike ku nasnameya kurdî qebûl bike – qedexekirina perwerdeya zimên, çalakîyên siyasî û hwd.– ji bo şerekî ku ev panzdeh sal in dewam dike, timî li derve li çareserîyan digere.