LMd

Ji Mem û Zîn a Ehmedê Xanî

Dubendên jêrîn ji Mem û Zîn a helbestvanê herî mezin ê serdema klasîk ya Ehmedê Xanî hatine girtin. Ev helbest bi qasî 2500 dubendan dirêj, doznameyek e ji bo rizgarkirina gelê kurd û yekkirina bi dehan mîrekên ku di bin nîrê împaratorîyên ecem û osmanî de bûn…

 

Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û siqaq in
Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bil-cumle ji bo çi bûne mehkûm

Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê burcan

JI ÇAPEMENÎYÊ(30)

Krîza aborî ya li Ewropayê

Di 24ê nîsanê de rojnameya brîtanî Financial Times nûçeyek li ser krîza aborî ya Ewropayê weşand. Rojname hişyarî dide ku tedbîrên tasarufê ku ji derketina ji krîzê tên sepandin, herweha bandoreke neyînî jî li ser siyaseta ewropî dike. Gotar bi bîr dixe ku ji ber kêmbûna arza sanayîyê, Almanyayê darbeyek xwariye û ji ber li hevderneketina budçeyê jî li Holandayê hikûmet ketiye. Li Fransyayê jî Sarkozy di hilbijartinan de ketiye tengasîyê.

JI ÇAPEMENÎYÊ(29)

Tirkîyeya Erdogan: Desthilatdarîyeke bêrehmtir

Di dehsalîya xwe de hikûmeta AKP ji demên berê jî zordesttir e.

Rojnameya Financial Times di 28ê mehê de gotarek li ser hikûmeta AKPê û serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan weşand. Di gotarê de ku ji alîyê David Gardner û Daniel Dombey ve hatiye nivîsandin, bal tê kişandin ser wê yekê ku di serdema dehsalî ya Erdogan de Tirkîye careke din bû hêzeke herêmî. Aborîya wê bi qasî leza Çînê mezin bû û gelek dibistan û otoban hatin ava kirin. Herweha muteşebisên 'Pilingên Anatolyayê' jî li hember hin şirketên mezin rabûn.

JI ÇAPEMENÎYÊ(28)

Rewşa Sûrîyeyê û Tirkîye

Rojnameya brîtanî Daily Telegraph di 2ê adarê de li ser rewşa Sûrîyeyê nivîsî. Rojname dibêje ''Piştî serkeftina li Humûsê, bi hezaran li ber bextê yekîneyên Esad hatin hiştin'' û rojname herweha fikaran radigihîne ku sîvîl dê ji alîyê rejîmê ve werin ceza kirin.

JI ÇAPEMENÎYÊ(26)

Îslam, Demokrasî û Tirkîye

Di 22ê kanûnê de rojnameya Financial Times di sernivîsa xwe de cih da raperîna li welatên ereb û hatina demokrasîyê. Di gotara bi sernavê "Ol nabe ku li Rojhilatê Navîn Demokrasîyê betal bike" de Tirkîyeyê jî wekî mînak dide.

JI ÇAPEMENÎYÊ(25)

Tirkîye li Sûrîyeyê cihê xwe xweş dike

Rojnameya brîtanî The Guardian di 16ê sermawezê de gotarek li ser biryara rawestandina endametîya Sûrîyeyê ya Cem'ata Ereban û rista Tirkîyeyê weşand. Di gotarê de, ku ji alîyê Simon Tisdall ve hatiye nivîsandin, tê dîyar kirin ku "Digel karbidestên Sûudî û piştgirîya aşkere ya melikê Urdunê ji bo raperînan, Erdoğan û wezîrê wî yê kar û barên derve Ahmet Davutoğlu, ku ev demeke dirêj e xwedî arezûyên serokatîya herêmî ne, weha xuya dike ku ji bo serdema piştî-Esed cihê xwe çêdikin."

Sedsalek berê li Amerîkayê (DYA), nîqaşeke bingehîn

Reformîst, American Fede-ration of Labor (AFL), Federasyona Amerîkî ya Karkeran, demek dirêj li hember şoreşgerên Industrial Workers of the World (IWW) -Karkerên Endustrî yên Cîhanê û Partîya Sosyalîst sekînîn. Di navenda raberizînên wan de pirsek: Gelo divê ku sendîka mafên karkeran yên acîl biparêzin an wan ji bo tekoşînên polîtîk yên dûr û dirêj amade bikin?

JI ÇAPEMENÎYÊ(23)

Muşterekên Îsraîl û Tirkîyeyê

Rojnameya amerîkî New York Times di 17ê îlonê de sebaret bi rûdanên dawî yên navbera Îsraîl û Tirkîyeyê gotarek weşand. Di gotarê de, ku ji alîyê Ethan Bronner ve hatiye nivîsandin, piştperdeya tengezarîya di navbera herdu welatan de tê nirxandin û tê gotin ku her du hevalbendên Amerîkayê li ser çavkanîya pevçûnê de, ne hevbîr in. Dema ku Tirkîye meseleya Filistînê wekî sedem nîşan dide, Îsraîl jî dibêje ji ber mebesta xwe ya serokatîya herêmî Tirkîyeyê dev ji Îsraîlê berdaye.