Maggie Black

Tendurustî - 2,6 milyar mirov bê tuwalet in admin Do., 11.03.2010 - 10:20

Di vê cîhana me de ku xelk bêtir ketine xem û endîşeya belavbûna karbonê, qirêjîkerên kîmyayî û nûkleer, qirêjîtiya herî bingehî ku ji terxê nexweşîsaz durist dibe, nabe dabaşa tu munaqeşeyên girîng. Ji cerga bêhna pîs a mezin a London’ê, welatên endûstriyel serkaniyên girîng terxan kirine bo paqijî û hîjyena jîngeha bajarî. Li welatên li ser rêya geşedanê, têgihiştineke çaktir a sebebên nexweşiyan, tirsa ji “ ta”yê (malarya: mala aria) kêmtir kiriye, ku bi sedsalan e ta bi binasê nexweşiyên cihêreng tê zanîn.