Mahmut Kilinc

Damezrandina HDPê û dawîya BDPê

Bi damezrandina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ve, rêwîtîya ber bi tirkîyeyîbûnê, ya Abdullah Öcalan û kes û sazîyên di bin sîbera wî de, gihanek nû dest pê kir. Wekî tê zanîn, nêzikî du sal berê, di hevdîtinên xwe da Öcalan daxwaza damezrandina kongreyekê kiribû, bi qasî hatibû ragehandin, ew wekî  Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) bi nav kiribû.

Gelo dewleta tirk dilsoz e?

Pirsgirêka Kurdistanê ji serdema dewleta Osmanî derbasî Komara Tirkîyeyê bû. Rojhilatê Kurdistanê jixwe bi peymana Qesra Şîrîn (1639) re ketibû bin desthilatdarîya dewleta Sefewî ya Îranê, Başûr û Rojava jî di encama Peymana Lozanê (1923) da li derveyî desthilatdarîya Komara Tirkîyeyê man, tenê bakurê Kurdistanê jê re ma. Di dema damezrandina komarê da, kadroyên sîyasî hem ji hikûmeta Stenbolê û hem jî ji hikûmeta Enqereyê girtin ser xwe (teahût kirin), ku di nav komarê da miletê kurd dê xwedî mafên xwe yên neteweyî be.

Li bakurê Kurdistanê rewşa siyaseta legal û asta temsîlîyê

Li bakurê Kurdistanê, di nava siyasetvanên bakurî da, taybetî li ser birêxistin û meşandina karûbarê siyasî, ji berê da gengeşîyek heye: Bi ya beşekê, divê kurd bi derdorên çepgir, pêşverû û demokratên tirk re di nav partîyeke Tirkîyeyî da cih bigirin, ew partî, demokratîkbûna Tirkîyeyê bona xwe wek peywirekê bipejirîne û hewl bide bona çareserkirina pirsgirêka kurd, bi ya ditîna din; divê kurd him li herêma bakurê Kurdistanê û him jî, li herêmên Tirkîyeyê yên ku kurd lê niştecih in, xwe rêxistinî bikin û bi armancê destxistina mafên demokratîk û neteweyî siyaseteke demokratîk bidin ber xwe