Michel Savaric

Li Bakurê Îrlandayê şidet, xiyanet û sosyalîzm admin Do., 12.01.2012 - 15:07

Di nav endamên kevin ên Artêşa Komarxwaz a Îrlandayê (IRA) de, hin endam li gor yên din "serkevtîtir" in. Mînak, M. Martin McGuinness ku di navbera 1979 û 1982yê de şefê birêveberîya rêxistinê bû, terfî kir ji bo payeya alîkarê serokwezîrê wan sazîyên ku berê wî dixwest hilweşîne. Yên din ku kêmtir serkevtî bûn, ji kamerayan dûr, carinan diaxivîn. Bi vê kirina xwe, wan stratejî û alozîyên di hundirê IRAyê de ku di 2005ê de çek danîn, ronî kirin.