Mona Chollet

Bi derbên neşterê jinûve çêkirina dinyayê

Laurie Essiga li Zankoya Middleburryê li Vermontê mamosteya sosyolojîyê, bihara 2007ê, li buroya xwe rûniştî, bi du bankevanan re bi xeta telefonê di hevpeyvînê de ye û ji wan re bi awayekî qet’î radigihîne ku Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê li ber krîzeke mezin e. Lê belê, şarezatîya wê ya di warê aborîyê de bes têra wê hindê dike ku bikare heqê qehweya xwe ya sibehê bide. Lê belê, qada wê ya lêkolînê di sosyolojîyê de, anku cerahîya estetîk, ew anîbû pêşîya dikê da ku berê xwe bide wê diyardeya ku ew jê re dibêje "krîza deynên-birîsk ên laşî)". (1)

Twitter heta gêjbûnê

Ji dema avabûna xwe ya di 2006an de, Twitter ji bo bikarhênerên înternetê li ser tevna înternet û telefonên destan derfeta berbelavkirina peyamên kurt pêşkêş dike. Ev xizmeta nû ya hêsan û belaş, êdî tesîrê li sed milyonan bikarhêneran dike. Gelo di demeke nêz de, li gorî coşa wergiran, ewê karibe bibe "nebza agahdarî ya gerstêrka me"?

Xemxwarên jinparêzîye

Mirov nikare behsa xebitandina xizmetkareke malê an paqijîyê bike bêyî ku van statîstîkan bi bîr bixe: Li gor raporeke Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (OECD) ya li ser 29 welatan hat amade kirin, jin bi navincî serê rojê du saet û nîvan ji mêran zêdetir kar û barên malê dikin. (1) Ev ferqa ku li gor welatan pir tê guhertin, ligel bilindîya rêjeya jinan a li ser bazara xebatê, kêm dibe.