Nebî Kesen

YE û pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê admin Fr., 19.03.2010 - 12:54

Pirsgirêka kurd ji bo bernameya siyaseta derve ya Tirkiyeyê her ku diçe girîngtir dibe. Ev pirsgirêk di heman demê de di gel pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî li hev bandor dikin. Ji aliyekî ve pirsgirêka kurd wek arîşeyeke navxweyî ya Tirkiyeyê dikeve bin bandora reformên YE’yê, ji aliyê din ve jî di çarçova peywendiyên Tirkiye û YE’yê de pirsgirêk bi xwe dibe hîmeke bitesîr.