Li gorî elîtan şerrê çînan
Almanyaya derdar vê pêlê pê mijûl e ku îmaja neteweya ku di warê aborî de dewlemend e, xurt bike. Belê, aliyê veşartî yê dewlemendî û refaha wê ji aliyê cîranên wê ve baş nayê zanîn. Bi taybetî jî li Fransayê, welatê ku anket û lêkolîn gellek caran fikra “taybetmendiyeke” neteweyî piştrast dikin: di nava welatên pêşketî de, ya ku têkiliyên nava kar lê herî zêde dijminane ne, Fransa ye. Bêguman di dema nêz a bihurî de, xwekuştinên karmend û karkiran, yên li pey hev, bi taybetî yên şîrketa France Télécomê (1), hebûna dunyayeke bi rastî jî bi nexweşiyê ketî, piştrast dike (2).