Olivier Zajec

Kunên di mertalê de

Fikra Peymana Belavnebûna Navokî (Nukleer) di salên 1950’î de dest pê kir. Di vê demê de sê welat (Dewletên Yekgirtî, Rûsya û Brîtanya) ji xwe xwediyê çekên navokî bûn û du dewletên din Fransa û Çîn'ê jî lêkolînên xwe dewam dikirin. Çavdêran qet guman jê nedikir ku her du jî wê bigîhîjin armanca xwe (Parîs di sala 1960’î de bû xwediyê çekên navokî û Pekîn jî di sala 1964’an de). Ji ber ku di vê mijarê de xwediyê hêza herî pêşketî bû, Dewletên Yekgirtî têkildarê sereke yê bisînorkirina pêşbirka çekên navokî bû.

NATO fatûreya xwe li Ewropayê dibire

Endamên Hevgirtina Atlantîkê 20 û 21ê Gulana 2012ê wê li civîna bilind a li bajarê serokê DYAyê Barack Obama, Chicagoyê bicivin. Kêm caran wê ev hevdîtin evqasî bi kelecan bihata prove kirin. Ji bo tiştên berê plannekirî qet cih nehatiye hiştin: Bawerîya mayî ya bi “NATOya nû” girêdayî vê civînê ye, dema şerê sar bi dawî hat, NATOyê bawer kiribû ku veguherîbe cendirmeyeke global, ya ku têra xwe xwedî erk e da ku di xizmeta nirxên rojavayî û aştîya cîhanî de destûrê bide xwe û xwe li seranserê dinyayê wezîfedar bike.

 

Projeyên fezayî yên Pekînê zextê li berjewendîyên cîhanî dike!

Pisporên analîzê li ser mijara parastinê fikaran dikin ji ber pêşketina kapasîteya çavtirsandina nukleer ya çînê û herweha ji ber “pêşketinên mezin” ên Artêşa Gel ya Azadîyê di warê fezayî de pêk anîn. Bi rêya bikaranîna dualîtîya van herdû mijarên têkîldar, çînî girîngî, tesîr û bikêrhatîbûna çekên xwe bi pêş dixin, tevî ku ev yek dibe sedema lawazkirina tewazûna heyî ya hêzên nukleer jî.