Toreke navneteweyî
Di sala 2007an de, li tevahîya dunyayê, ji 30 mîlyonan zêdetir hektarên çandina bîyolojîk hebûn. Çandina bîyolojîk a dijwar berfireh dibe û gav bi gav dide ser şopên çandina berhemdarîparêz, ya ku damezrînerên wê jixwe bi tundî rexne dikir. Şîrketên navneteweyî yên pîşesazîya çandin-xurekîyê û xwedanên erdên mezin, yekcure çandina ji bo ixracatê bi encamên baş bi pêş dixin. Cotyarên feqîr ên Asya, Amerîkaya Latîn an Afrîkayê jî beşdar dibin. Di bin destê fîrmayên bazirgan ên bihêz de, ew xurekên bîyolojîk ji bo xelkê zengîn ê welatên endustrîyel hildiberînin.