Philippe Pons

Rastîya li pişt qehremanên geşbîn

Xwendineke "hûr û hişyar" li ser edebîyata Koreya Bakurî, gava ku zêde bala xwe nede ser qehremanên geşbîn -ku ji xwe her çi diqewime bila biqewime bawerîya wan a bi şoreş û şoreşgerîyê qet naleqe- lê bêhtir berê xwe bide çarçove û şertên ku ew qehreman jê dertên, dê di heman demê de îşaretê bi guherînên civakî yên ne li ber çavan jî bike. Di navbera risteyên ji gotin û hevokên "sîyaseten rast", ku têkoşîna li dijî bedbextî û nexweşîyên dinyayê ber bi esmanan berz dikin, rastîyeke din raxistî ye: bertîl, nemana bawerîya bi şoreşê, karnekirin…

Çîn û Kore

Rewşa awarte ya leşkerî ya di nîvgirava Koreyê de heyî, gihîştîye asteke çetin û stratejîk. Di pişt perdeyê de, şerê 1953yê yê di navbera Komara Gel û Demokratîk ya Koreyê û Çînê û hêzên Neteweyên Yekbûyî de -ji alîyê Amerîkayê birêvebirî- heye, ku tenê bi agirbestekê bi dawî hat. (1) Ji wê demê û vir de, tu peymaneke aştîyê nehatîye îmze kirin.

Meriv çawa dikare bi Pyongyangê re bipeyive?

Careka din, Komara Gel ya Demokratîk ya Koreyê (KGDK) tevahîya cîhanê ditirsîne: gefan dixwe – birina êrişeka nukleer ya ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, redkirina Peymana Aştîyê ya 1953yan (1), "şerê duyem yê Koreyê yê ku meriv nikare rê li ber bigre" - û xwedî bateryayên fuzeyên berê wan li Japonyayê û li baregeha eskerî ya amerîkî ya bi navê Guamê. Ji nîvê adarê ve, propagandaya Koreya Bakurî bi awayekî xurt deng vedide û çapemenîya navneteweyî ya bi kêfxweşî axaftinên şerxwaz belav dike bêyî ku ji hev derxe gelo para rastîyê di van gefxwarinan de çi ye?