Pirtûk: Gelo El-Qaîde bêhêz dibe?
Sê kitêbên girîng(1) ji bo têgihiştina werar û rûdawên cîhana hevçerx bi hev re hatine belavkirin; her sê nivîskar jî bi zimanê gelên ku bi meseleyên wan ve dadikevin dizanin (xalek ku gelek caran tê piştguhkirin). Jean Pierre Filiuyê dîplomatê bisporê ziman û kultûra erebî, profesorê Science Po’yê [zanîngeha zanistên siyasî li Parîsê] di Kursiya Rojhilata Navîn de, di kitêba xwe de dewama lêkolîna xwe ya li ser îdeolojiya cîhadbaweran [cîhadîst ; misilmanên ku bawerî bi cîhadê tînin] pêşkêş dike(2).