Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm

Osmanîzma Nû? admin Mo., 18.10.2010 - 20:03

Piştî ku AKP di encama hilbijartinên 2002’an de bû desthilatdar, Cîhana Ereb bi giştî, çi di asta fermî û çi jî di asta raya giştî de, siyaseta derve ya turk erênî nirxand. Medyaya erebî û pirraniya lêkolîner ku qada lêkolînên wan têkiliyên ereb û turkan e, dibînin ku sedema vê pêşwaziya germ a ji siyaseta nû ya Turkiyeyê re, lawazbûna sîstema deshilatdariya herêmî ya ereban e. Siyaseta herêmî ya Turkiyeyê ku çalak û aktîv e, di beşekî xwe de wezîfeya sîstema herêmî ya ereban bi dest xwe ve biriye.

Krîza Siyasî ya li Iraqê û rola Kurdan admin So., 19.12.2010 - 01:23

Kurd bi erka tayînker

Di çapemeniya anglosakson û di ya ereb û alman de jî, li ser rola damezrandina hikumetê, di krîzê de zêde mubalaxe hat kirin û ev yek wek rola tayînker (kingmaker) hat nivîsandin û nîşandayin.

Di realîteya polîtik ya Iraqa nû de, faktora kurd roleke girîng a zelal wergirtiye. Lê belê dîsa jî li gor bandora rewşên heyî, hêzên siyasî yên ereb li ser sîstema nû li Iraqê biryar didin. Eger rewşa hêzan û helwesta partiyên ereb daxwazên Kurdan bigirin ber çav, du tişt zelal dixuyên:

1. Têkiliya Kurdan bi hemû berendamên serokwezîriyê re ji normal heta baş bû.

Wikileaks, DYA û Kurd admin Di., 15.03.2011 - 15:39

Eger em çavekî li dokumentên Wikileaksê, yên der barê siyaseta Amerîkayê ya hemdemî, ya sebaret kurdan, bigerînin, em dê bibînin ku pirsa kurd di siyaseta amerîkî ya Rojhilata Navîn de cihekî mezin nagire. Lê hin işaretên der barê helwestên partî û hêzên kurd li Iraq, Tirkiye û Îranê wê sûdwer bin ku mirov siyaseta amerîkî ya îro û di pêşeroja nêzîk de ya li herêmê jî şirove bike.

Siyaseta Tirkîyeyê ya Rojhilatê Navîn û faktora kurd

Bihara erebî, siyaseta tirk a Rojhilatê Navîn xiste ber ceribandineke dijwar. Mînî-malîzekirina dijberîyên di stratejîya siyaseta derva ya wezîrê derva Davutoglu "siyaseta-sifir-pirsgirêk" a nakokîyê ya bi aktorên herêmî re bi nav dike, wiha dixuye ku wek destpêk bi temamî serkevtî nîne. Ev yek, ji ber ku Davutoglu awayekî siyaseteke derva ya hevkarîya bendeyî [Interdependence] rojane bi kar tîne, yanî ji xwezaya teorîyê bi xwe ye. Teorîya siyasetê ji mêj ve ye bala xwe dide ser girêdana hevkarîyê ku wek konsepta siyaseta derva bi helwêsta aktorên beşdar ve girêdayî ye.

Helwêsta kurdan û şoreşgerîya li Sûrîyeyê admin Mi., 14.03.2012 - 18:08

Kurtedema berîya mirina xwe, nêrîna serekê Tevgera Dahatû ya Kurd Mîşel Temo (Mash´al Tamo) ew bû ku her çiqas ew xwe ji alîyê siyasî ve baş bi rêxistin kirine jî, lê dîsa di serhildana Suriyeyê de li gor rewşa pêwîst, têrker, cîyê xwe nestandine, sedem jî; ji ber ku rejîma Beşar Esad di çarçîta stratejîya xwe ya zeximbar de "jîrane livîyaye" û partîyên kurd jî biryardar ne ji bo serhildanê bûne. (1) Vê rewşê heta roja me jî hema bêje xwe neguhertiye. Tiştê zelal ew e ku partîyên kurd wê hîsê didin ku ew ji bo hemû alîyan vekirî ne.

Sîyaseta kurdî ya amerîkî admin Di., 25.09.2012 - 15:17

Wisa dîyar e ku aktorên li Rojhilatê Nêzîk, berîya hemûyan jî hêzên dijberî rejîmê yên li Sûrîyeyê, beramberî helwêsta amerîkî li hember bûyerên li Sûrîyeyê û li derdora vî welatê di nava şerê navxweyî de têra xwe neewle û hêvînehiştî ne. Dema mirov bi serokên muxalefeta Sûrîyeyê re diaxive, ew qet venaşêrin ku ew xwe bi xewn û xeyalan naxapînin, dîyar e heke Obama di hilbijartinan de bi ser bikeve DYA wê sîyaseta xwe ya heta niha dewam bike.

Di bin sîya hevrikîya herêmî û ya di navbera kurdan de admin Fr., 28.06.2013 - 13:31

Rewşa heyî ya li Kurdistana Sûrîyeyê (Rojavayê Kurdistanê) pir tevlîhev e. Ev rewş ji bo tevahîya Sûrîyeyê semptomatîk e. Ev li hev zêdebûna aktor û jihevcihêbûnan, encama şerê navxweyî û faktorên bandorker ên herêmî û navneteweyî ye.