Prof. Dr. Jan İlhan Kizilhan

Jan Ilhan Kizilhan
Prof. Dr. Jan İlhan Kizilhan

Jan Ilhan Kizilhan psîkolog, nivîskar û rojnamevanekî kurd ê navdar e.

Di dawiya salên 60´î de li Kurdistana Bakur ji dayîk bûye. Di sala 1973´î de bi tevî malbata xwe koçberî Almanyayê bûye. Li Almanya û DYA´yê li zankoyan perwerdeya psîkolojîyê, zanîna dadmendiyê, civaknasî û orîentalîzmê dîtiye. Niha li zankoyên wekî Freiburg, Konstanz hwd dersê dide. Dîsa îdareya klînîkeke psîkolojîk dike, di warê hindikayî, lêkolînên aştiyê, diyaloga di nava çandan û di warê terapiya psîkolojîk de xebatan dike.

Prof. Dr. Kizilhan bi qasî du salan berpirsiyariya giştî ya karê weşandina Med TV kiriye. Bi dehan kovar û rojnameyên kurdî, almanî û ingîlîzî de nivîsiye. Gelek caran di têlevizyonên navneteweyî de, di bernameyan de cihdigire.

Prof. Dr. Kizilhan ji aliyê dadgehên Almanyayê ve wekî pispor tê naskirin. Di dozên ku alîkariya psîkologan tê xwastin de cih digire. Kizilhan li dinyayê wekî zanayek li ser êzîdîtiyê jî tê naskirin.

Di navbera îdeolojîyan û avakirina neteweyan de

Ji bo aktorên sîyasî û întelektuelên kurd ên li Tirkîyeyê dîyar e pirsa li nasnameyeke kurd û avakirina neteweyan her diçe girîngtir dibe. Di heman demê de alozîyeke dîrokî-sîyasî ya îdeolojîzekirina şemayên çepgir û rastgir û herweha sinifandinên nû "pêşverû – mihafezekar – dînî - neteweyî" di nava kurdên li Tirkîyeyê de tên dîtin.

Aştî û lihevhelalkirin li Tirkîyeyê

Ji damezrandina Tirkîyeyê û vir ve û heta ji dema împaretorîya osmanîyan û vir ve şidet li her derî hebû, her tişt dihewand û dikete nava tevahîya alîyên rastîyê. Nebûna şidetê alîyekî nû ye ku hîmê pêvajoya aştîyê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêk tîne.

Rewşenbîrên kurd

Li gorî pîvanên cihê, hîn ne dîyar e ka berê kêştîya Kurdistanê bi ku ve diçe. Hîn jî hejmara kaptanên keştîyê pir e, gelek derya û gelek bahozên ku divê ji wan bibihure hene. Lê belê divê êdî pirsa dewr û bandora rewşenbîrên kurd di van bûyeran de û di dîyarkirina rota û berê vê keştîyê de were kirin. Ev mijareka zehmet e.

Serhildana olan

LMdK Ekstra

Serhildana dînan ji bo ku bêhtir mafan di sîyaset, civak û aborîyê de bi dest bixin bandoreke nû û nikare were pêşdîtin li civatan dike û ev jî wê di siberoja nêzîk de ji bo dinyayê girîng be. Hem bi rêya globalbûnê û hem jî bi rêya bûyerên li Rojhilatê Nêzîk û Navîn ên weke şerê li Efxanîstanê, li Iraqê, “bihara erebî” û şerê li Sûrîyeyê tevî rizgarîya gelan ji dîktatorên kevnekolonyal-împeryal, berê dînamîkê dide ji nû ve bi îdeolojî kirineke dînên pirranîyan û yên hindikahîyan. Bi vê re jî ne bi tenê Îslam e ya ku dest pê dike di sîyaset û civakê de xurttir cihê xwe bigire.

Dîyaspora, koçberî û transkoçberîya kurd

Pêvajoya pêkhatina koçberîya kurdan li Ewropayê bi rengên cîhguhertin, bi darê zorê ji cih û war kirin, penagihandin, gerîna li kar, xwendin yan jî koçberîya ber bi welatekî din ve heye. Girêdayî avahîya civaka li Ewropayê, weke komên din ên koçber kurd jî bi fenomenên hindikahîyan û etnîsîteyê re rûbirû ne. Hebûna mijarên din ên referansê (erd, sazî, bawerî, ziman) têkilîya navend û derdorê, ya pirranî û hindikayîyê diafirîne; elaqedarî nedomdarîya dem û hêvîyên erdan û ya di warê bîrewerîyê de, elaqedarî sedemên koçberîyê, şert û mercên wê li qada civakî-çandî û yên tevnên kurdî pirsgirêkên xerîbbûn û bidilûcanbûnê, akulturasyon û asîmîlasyonê, jidestdana nasnameyê û bidestxistina nasnameyê, bêdîrokbûn û perspektîfên dîrokê didin der. Li ser bingehê van cudatîyan rengên cihê yên koçberîyê hene, yên weke dîyaspora, koçberî û êdî herweha transkoçberî jî.

Hewldana çareserîya dîrokê ji bo lihevhatin û demokratîzekirinê

Şideta bi motîvasyona siyasî, bi gelek formên cuda, li her deverên cîhanê derdikeve holê. Îşkence, kujerî û şerên ku ji alîyê dewletê organîzekirî, her diçe hîn zêdetir dijberî beşên gelê sîvîl pêk tên, jîyana gelek mirovan bi dawî tê. Kesên ji taqîbatên bi vî awayî ku hîn li jîyanê mane û nifşên piştî wan, hîn piştre, bi piranî piştî gelek salên din jî, di bin bandora fîzîkî û derûnî ya (psîkolojîk) şidetê de êşê dikşşînin. Rewşeke gelemperî ya tirsnak û çavtirsandî dikare di dewletên bi vî awayî de bibe gumanbarîya têkilîya nav mirovan.

Li Kurdistanê rêya sêyem

Gengeşîya li ser rêya sêyem cara pêşî di roja me de nayê kirin. Ji alîyê dîrokî ve rêya sêyem bi destpêkirina dualîzmê, ji serdema Manîçêr (216 piştî zayînê) ve bû xwedîya girîngîyeke taybet, ji ber ku dualîzm rêyeke sêyem nabîne. Dabeşî di navbera baş û xirab, reş û spî, jêr û jor, çep û rast de tê kirin. Beşên din yên navber û derdorê nayên dîtin. Dîyanetên cîhanê yên mezin û îdeolojîyên siyasî yên piştî wê demê hewlê didin ku di bin vê nêrînê de pirsgirêkên civakî fêhm bikin û li gor wê jî, awayên jîyanê pêk bînin.

Ziman û kontrola ramanê

Kî zimên kontrol bike, dikare bi wî jî li ser pêvajoyên raman û fikirînê tesîrê bike. Birêvebiriya îdeolojiyê bi birêvebiriya zimên ve dibe. Francis Bacon balê dikişîne ser bi hev re girêdana ziman û ramanê û wî bawer dikir ku ziman berî ramanê tê û ew bi têgehên ku pêk tîne, şiklê ramanê jî diyar dike.

Peyvên aparata desthilatdariyên totalîter û polîtîkaya wan ya li dijî mirovahiyê dibe sedema bandoreke totalîter û guherîna raman, helwêst û tevgerê.

Şîddeta li dijî kurdan û neteweperestiya tirk

Li bajarên mezin ên tirkan, kurd rojane bi hewldanên qetilkirinê, êrîş, destdirêjî û dijûnan re rûbirû ne; ev jiyaneke rojane ya pêşhukim û dîtina dijminane ye. Ji bo welatiyên kurd, jiyana rojane veguheriye ya lidervehiştin û êrîşên bi ser kurdan de. Êrîşkar ji aliyê kesên xwediyê heman zêhniyet û fikrî ve tên parastin û ji aliyê pirraniyeke bêdeng ve bi awayekjî neyekser ji bo êrîşên bi vî rengî tên teşwîqkirin û kirinên wan tên rewa kirin.